Pêşengên G20î wê bi rojeva Efxanistanê di civîna derasayî da bicivin

Draghi daxuyand, divê welatên dewlemend bê şert û merc seba Efxanistanê alîkariya însanî bikin û di vê mijarê da tiştan bikin.

Pêşengên G20î wê bi rojeva Efxanistanê di civîna derasayî da bicivin

 Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi daxuyand ku di 12ê cotmehê da bi rêya vîdeo konferansê seba mijara Efxanistanê Lûtkeya G20î wê derasayî were kirin.

Draghi li serokwezîriyê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Îtalya ev demeke ku wekî Serokê Heyamê yê G20î li ser krîza Efxanistanê civîna G20î li dar bixe û civîn wê bi rêya vîdeo konferansê were kirin û wiha dewam kir, "Di 12ê cotmehê da li ser Efxanistanê bi awayekî derasayî Lûtkeya G20î wê were kirin."

Draghi daxuyand, divê welatên dewlemend bê şert û merc seba Efxanistanê alîkariya însanî bikin û di vê mijarê da tiştan bikin.

Draghi daxuyand ku ne tenê welatên G20î, ji bilî Îspanya û Hollandayê ku vê heyamê hatin dewetkirin, saziyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî, Bankeya Dinyayê, Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) jî wê beşdarî civînê bibin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE