Pêşeroja ji 7 hezar zimanên ku li ser rûyê dinyayê tên axaftin

Ji 7 hezar zimanên ku li ser rûyê dinyayê tên axaftin nîvekî wan di binê xetereya bîrkirinê da ne

Pêşeroja  ji 7 hezar zimanên ku li ser rûyê dinyayê tên axaftin

 Serokê Enstîtuya Lêkolînên Turkiyatê ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Yunus Koç diyar kir, herî kêm nîvê 7 hezar zimanên dinyayê, belkî jî piraniya van zimanan wê di vê sedsalê da werin jibîrkirin û ji holê rabin. 

Koç daxuyanî da û diyar kir ku sibê Roja Zimanê Sereke ya Navneteweyî wê were pîrozkirin. Koç diyar kir, heke qadên ku zimanek tê da were axaftin kêm bibin û ragihandina wî zimanî ji holê rabe, kesek nemîne ku bi wî zimanî biaxive, ew tê meneya mirina wî zimanî.

Koç daxuyand ku ev rewş ji ber sedemên wek firsendên aboriyê, guherîn, endustrîbûn, modelên xebatê, hêza kar a koçber, koç, polîtîkayên zimanê fermî, cudakarî, şer çêdibe. Koç destnîşan kir, ji ber ku Rûsyaya Qeyserî li Asya û Balkanan politikaya belabûnê dipa, Rûsî li herêmê bela bû û pêvajoya bîrkirina zimanên din leztir kir.

Koç diyar kir ku gelek zimanên Tirkî di xetereyê da ne û wiha dewam kir:

"Li dinyayê nifûs 7 milyar e û hema bêje nîvê vê nifûsê tevahî bi 15 zimanên cuda diaxivin, ji 10 hezarî kêmtir kes jî bi zimanên mayî diaxivin. Ji aliyê din va, Neteweyên Yekbûyî îro 193 dewletên neteweyî nas dike. Ji van zêdetirî 60 welatî Îngilizî wek zimanê sereke an jî zimanê fermî qebûl dikin.

Li dinyayê nîvê 7 hezar zimanan ên îro tên axaftin wê di vê sedsalê da ji holê rabin.

Bi serokatiya UNESCOyê Bernameya Zimanên di Talûkeyê da ne va ev ziman hatin destpêkirin. Di nav bernameyê da zimanên di vê sedsalê da wê ji holê rabin, li hemberî vê talûkeyê ne hatin eşkerekirin ku di nav wan da zimanên li Turkiyeyê tên axaftin û hin zaravayên Tirkî jî hene.

Li gor vê bernameyê 50 zaravayên Tirkî û 15 zimanên li Turkiyeyê tên axaftin jî di talûkeyê da ne.

Yewnaniya Kapadokyayê, Yewnaniya Mlahso û Ubihçayê, ji wan zimanên li Turkiyeyê di vê sedsalê da êdî mirine û qet nayên axaftin da cih digrin.

Li gor UNESCOyê astên wan cuda bin jî ev ziman û zarava jî di talûkeyê da ne; Abazkî, Hemşînkî, Lazkî, Yewnaniya Pontusê, zimanên Mitriban, zimanê Suretê ya dişibe Suryankî, Ermenkî, Gagavuzkî, zimanê Cihûyên li Turkiyeyê Ladîno, Suryankî, ziman û zaravayên Hertevînkî, Abhazkî, Adîgeyî, ya Kabar-Çerkezan û Zazakî.

Koç destnîşan kir li gor agahiya zimanzanan û dîrokê 6 hezar ziman ji holê rabûne, lê mirov nikare hejmareke teqez bibêje.

Koç got ji zimanên nivîskî Akadî, Ugarkî, Îbranîkiya kevn, Aramkî, Misirkiya kevn, zaravayên Grekî ji holê rabûne û Sumerkî jî di nav rûpelên tarî ên dîrokê da nixûmî ye.

Koç bal kişand ku zindîkirina zimanan pirî caran ji hewildaneke romantîk derbas nabe û herwiha zimanekî ku di jiyana sosyal da ji şixulandinê ketiye, bi xebatên qadê va ne mumkin e ku şixul û peywirên nû lê werin barkirin û aktîfkirin.

"Li ser zimanên li Turkiyeyê tu bernameyeke UNESCOyê tuneye"

Koç herwiha bal kişand ku van axiriyan ji bo zindîkirina zimanan bi destê zimanzanan gelek xebat tên kirin û wiha dewam kir:

"Nexasim ji bo xebatên zindîkirina zimanên ku xetere li ser heye, nimûneya Îbranîkî tê dayîn. Di heman demê da vî zimanî ji hêla din derdoran wekî zimanê olê jî dewam kiriye. Lêbelê li hin herêman emilandina wekî zimanê zikmakî ji holê rabûye. Zimanê ku xetere li ser heye, li gorî faktoran dikare geş bibe. Ev jî, heger axêver di civaka serdest da bikaribin prestîja xwe zêde bikin, bikaribin di civaka serdest da dewlemendiya xwe zêde bikin, bikaribin di çavê civaka serdest da hêzên xwe yên rewa zêdetir bikin, bikaribin di pergala perwerdeyê da hebûneke xurt nîşan bidin, bikaribin zimanê xwe binivîsînin û bikaribin teknolojiya dîjîtal biemilînin dê zimanê wan ê ku xetere li ser heye geş û xurt bibe. Heger meriv bala xwe bidê jî meriv dê bibîne ku ev her şeş faktor jî dê li gorî rewşa sosyo-ekonomîk a koma ziman teşeyê werbigire." 

Koç diyar kir ku faktorên aboriyê yên li ser mirina zimanan qalê dikin ji bo zîndekirina zimanan tesîreke mezin dihêle, xebatên zîndekirina mesrefeke zêde digre, bernameyake UNESCOyê ya ji bo zimanên li Turkiyeyê tune. 

"Zêdebûna cureyên zimanan nîşaneya dewlemendiya çandê ye"

Koç diyar kir ku di goneke pêşiyan a Galan da dibêjin "Miletekî bê ziman miletekî bê dil e" û wiha pê da çû:

"Bi gotineke din, tê wê meneyê ku her ziman rihê kesên diaxivin nîşan dide, ji bo parastina rihê civakê dibê ji bo her kesî girîng be. Daxwaza naskirina kal û bavan daxwazeke gerdunî ye ji bo ev bibe jî ziman lazim dike. Dema zimanek ji holê rabe bi dîrokê ra têkilî diqete. Zêdebûna cureyên zimanan nîşaneya dewlemendiya çandê ye. Ji holê rabûna ziman nîşaneya ji holê rabûna çandê ye. Bi mirina zimanekî awayekê jiyanê jî dimre. Hema ji bo fikarên zanistî be jî dibê ziman werin parastin. Lewra zanyarên zimanan heke ew ê gotinên xwe pêş bixin û xwendekarên xwe zêde bikin dibe li ser gelek zimanan bixebitin û lêkolînan bikin. Bi saya hewlên zanyarên zimanan va zimanê Ubihkî ya bi 81 herfên dengdêr û 3 herfên dengdar tê axaftin ji tunebûnê hat xilaskirin û ev zimana li Anadoluyê tê axaftin."

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2020, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE