Pêşniyaza ji bo perwerdeyê li meclisê ye

Temenê destpêkirina dibistanê ji 66 mehan derdikeve 69 mehan...

Pêşniyaza ji bo perwerdeyê li meclisê ye

Pêşniyaza qanûnê ya ji bo verastkirinên di warê perwerdeyê de li meclisê tê nirxandin. ger pêşniyaz bibe qanûn, temenê destpêkirina dibistanê wê ji 66 mehan derkeve 69 mehan.

Li meclisê pêşniyaza qanûnê ya ji bo perwerdeyê tê nirxandin.

Beşa ewil ya pêşniyazê hat qebûlkirin.

Cîgirserokê Koma AK Partiyê Muhammet Emin Akbaşoğlu: Em hewl didin ku qanûna perwerdeyê baştir bikin. Ev qanûn bi zilma 28ê sibatê mehf bûbû, ji bo Îmam Xetîb bên girtin anîn wî halî ku kesên qalîfiye ji dibistanan mezûn nebûn. Em tehrîbata wan temîr dikin.

Qismê herî balkêş yê pêşniyazê jî ew e ku temenê destpêkirina dibistanê ji 66 mehan derdikeve 69 mehan. Ev beş li meclisê hat qebûlkirin.

Bi vê pêşniyazê rayeya destûra ji bo vekirina yûrdên xwendekarên zanîngehan ji Wezareta Perwerdeyê tê girtin û tê dayîn Wezareta Ciwanî û Sporê.

Ji bo mamosteyên bi peymana 3 salî riya qadroyê jî vedibe.

Dema girtina qadroyê ya ji bo mamosteyên bi peyman ji 6 salan dadikeve 4 salan.

Parlamenterê CHP’ê yê Hatayê Serkan Topal: Mafê tayînê yê mamosteyên bi peyman dibe 3 zêde 1 sal, ne bes e?

Li gorî pêşniyazê her kes wê bikaribe li qadên pîşesaziya organîze saziyên perwerdeyê yên taybet vekin.

Tê çaverêkirin ku vê heftê pêşniyaz bê qebûlkirin û bibe qanûn.

Dîroka nûkirinê: 28 Hezîran 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE