Pêşniyaza Qanûna Budceya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022yan di Komîsyona Plan û Budceyê ya Meclisê da hat qebûlkirin.
Pêşniyaza Qanûna Budceya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022yan a ku ji 16 madeyan pêk tê di komîsyonê da hat qebûlkirin.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Serokê Komîsyona Plan û Budceyê Cevdet Yilmaz û nûnerên partiyên siyasî piştî ku budce hat qebûlkirin, axaftineke kurt a spasiyê kirin.
Pêşniyaza Qanûna Budceya Rêveberiya Navendî ya Sala 2022yan dê 6ê Berfanbarê roja duşemê were Lijneya Giştî ya Meclisê.