"Pêvajoya ji bona 120 saetî dest pê kiriye"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Pêvajoya ji bona 120 saetî dest pê kiriye."

"Pêvajoya ji bona 120 saetî dest pê kiriye"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Pêvajoya ji bona 120 saetî dest pê kiriye."

Erdogan nimêja înê li Mizgefta Bezmî Alem Walîde Sultan ya Dolmabahçeyê kir û piştî nimêjê daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan destnîşan kir pêvajoya ji bona 120 saetî dest pê kiriye û wiha got: "Di nav pêvajoya 120 saetî da divê YPGya rêxistina terorê herêma ku me wek herêma ewle eşkere kiriye biterikîne."

Erdogan ji bona peymana bi Amerîkayê ra diyar kir soz dan ku ev pêvajo wê di riyaseta Tirkiyeyê da bi hev ra bê meşandin û got ku em ê her dem di nav pêwendiyê da bin û hevdîtinên heyetan wê bidomin.

Serokomar Erdogan got ku ez hevdîtina bi Birêz Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra mîna perçeyekî vê pêvajoyê qebûl dikim.

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE