Penêrê bisîrik yê Vanê gelek navdar e û gelek welatî jê hez dikin. Cara ewil pîzzafiroşan bi penêrê bisîrik pîzza çêkirin û gelek hat ecibandin.
Penêrê bisîrik ê Vanê gelek navdar e ku di pirtûka rekoran a GÎNESê de jî ciyê xwe girtiye.
Pîzzaya meşhûr a Îtalyanan, cara ewil li Vanê bi penêrê bisîrik hat çêkirin.
Ev pîzza gelek hat ecibandin.
Pîzzaya bi penêrê bisîrik li ser medyaya civakî jî hat parvekirin û gelek behsa wê hat kirin.
Yên ku ev fikra dan û çêkirin niha dixwazin ku patenta pîzzaya bi penêrê bisîrik bistînin.