Midûriyeta Werzîş û Ciwaniyê ya Silopiyê, stadyuma mezin a navçeyê dide çêkirin. Erd bi gihayê sentetîk tê nixumandin û hejmara kursiyan tê zêdekirin.
Ev der Stadyuma mezin a Silopiyê ye.
Bi salan e pêşbaziyên mezin ên bajêr li virê tên lidarxistin.
Sporvan her çiqas jê razî bin jî; gava şilî dibarî, ji ber heriyê nedikarîn bazdin.
Midûriyeta Werzîş û Ciwaniyê ya navçeyê, dengê sporvanan bihîst.
Niha qada stadyumê bi gihayê sentetik tê nixumandin.
Ligel vê, li stadyumê ji bo atletîzmê cihekî taybet hat çêkirin û hejmara kursiyên ji bo temaşevanan jî hat zêdekirin.