Qada kaşûnê ya ku li Hakkariyê dê bibe navenda turîzma zivistanê

Navenda Kaşûnê ya li Mêrga Botan a 2800 mêtro bilinde û ser Hakkariyê ye hatiye çêkirin bi veberhênanên nû hatin kirin va ji hundir û derveyê welêt li benda ezimandina mêvanan e.

Qada kaşûnê ya ku li Hakkariyê dê bibe navenda turîzma zivistanê

 Li Hakkariyê sala par nêzî 50 hezar mêvan hatin Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a ku di qada turîzma zivistanê da gelek bi kêrî bajêr hat û ew der niha jî ji bo heyama nû tê amadekirin.

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a ku bi qasî 12 kîlomêtro ji navenda bajêr dûr e û 2 hezar û 800 mêtro bilindahiya wê heye bi saya veberhênanên Walîtî, Îdareya Taybet a Bajêr û Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê hatin kirin va bû yek ji tesîsên herî baş ên herêmê.

Li herêma ku berf dereng ji erdê radibe bi qasî 15 milyon lire hat xerckirin û bi qadên pîstê yên nû û telesiyeja çarmendî va navenda kaşûnê çêtir û baştir bû û di heyama nû da tê payîn ku wê gelek bi kêrî aborî û jiyana civakî ya bajêr bê.

Her sal bi çavan tê dîtin ku hejmara kesên tên kaşûnê zêde dibe û bi vê sayê jî zerengiya qadê bi veberhênanên nû va hat zêdekirin û niha li navenda kaşûnê pêşbaziyên neteweyî û navneteweyî dikarin bên kirin.

Li navendê stûriya berfê niha ji 20 santîmêtroyî zêdetir e û ekîbên Midûriyeta Bajêr a Spor û Ciwaniyê dora pîstê bi toran girtin û kontrolên ji bo tesîsê hewce dikirin jî hatin temamkirin.

Ji bo ku pirsgirêka cihê mayîna sporvanên herêmî û biyanî bê çareserkirin jî di çarçoveya projeya "Deriyê Hakkariyê Bi Turîzma Kaşûnê Va Ji Çar Aliyê Dinyê Ra Vedibe" da otêla ku 50 ode û 120 nivîn lê hebe tê çêkirin û tê payîn sala pêş jî dest bi xizmetê bike.

"Hakkari di rêya bajarê festivalan da dimeşe"

Îdrîs Akbiyikê Walî û Wekîlê Şaredarê Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku navenda xweşiqitandinê ya li bajêr ji bo herêmê gelekî girîng e.

Akbiyik got berfa li bajêr li Tirkiyeyê berfa herî rind a herî dirêj li erdê dimîne ye û wiha pê da çû: "Me dirêjahiya pîsta vê derê ji 1500 mêtroyî derxist 3 hezar û 500 mêtroyî. Dîsa ji bo pirsgirêka ciyê mayînê çareser bikin em otêla 50 odeyî ya 120 nivîn lê ne ava dikin."

Akbiyik destnîşan kir ku bajar bi çiya û berfa xwe va tê zanîn û wiha axivî: 

"Çiyayên Cîlo û Satê, Çemê Zapê, navenda me ya xweşiqitandinê ji bo turîzma zivistanê dibê werin nirxandin. Hakkarî di rêya bajarê festivalan da dimeşe. Me salên berê ji bo pêşxistina turîzma zivistanê festivala berfê li dar xist. Em di 19ê gulanê da jî dikarin xwe bişiqitînin. Dibê binesaziyê vê bihata avakirin. Telesiyeja me temam bû. Me pîst dirêj kir, Înşaellah otêla me jî ew ê were temamkirin û em ê li vê derê misebeqeyên netewî û navneteweyî li dar bixin."

Akbiyik got hedefa wan ew ku Şampiyonaya Dinyayê ya Raftîngê li Hakkariyê bikin û wiha pê da çû: "Em ê xweşikahiyên tebiî yên bajarê xwe binirxînin. Li herêmê navendeke xweşiqitandinê ya ku qasî vê derê lê berf bibare tune."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE