Qanûna baroyan hat qebûlkirin

Verastkirina ku ji 28 madeyan pêk tê li meclisê hat qebûlkirin

Qanûna baroyan hat qebûlkirin

Verastkirina baroyan li meclisê de hat qebûlkirin. Li gorî qanûnê li bajarên ku ji 5 hezarî zêdetir parêzer lê hene, bi 2 hezar parêzaran wê parêzer bikaribin baroyên nû ava bikin. Her wiha sîstema yekîtiya baroyan a tirkiyê jî hat guhertin.

Qanûna derbarê sîstema baroyan de piştî xebatên 3 rojan, di Lijneya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin.

Bi vê sepandinê baroyên nû wê bên avakirin.

Li bajarên ku ji 5 hezarî zêdetir parêzer lê hene, bi 2 hezar parêzeran baroyên nû wê karibin bên avakirin.

Ger hejmara endamên baroyan dakevin bin 2 hezaran jî wê bên girtin.

Parêzer wê karibin tenê li baroyekê qeyd bibin.

Sîstema hilbijartina delegeyan a Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê jî hat guhertin.

Her baroyek bi 3 delege û serokekî wê li yekîtiya baroyan bê temsîlkirin.

Her wiha ji bo her 5 hezar endaman jî wê delegeyeke din bê şandin yekîtiyê.

Ji bo baroyan û Yekîtiya Baroyan, teqwîma hilbijartinê jî jinûve hat diyarkirin.

Divê hemû baro ji 2 salan carekê, di hefteya ewil a cotmehê de hilbijartinê bikin.

Yekîtiya Baroyan jî divê ji 4 salan carekê di meha dawî ya salê de hilbijartinê bikin.

Her wiha li gorî qanûnê parêzer wek cil û bergên fermî wê cubeyê li xwe bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE