Qanûna Meslekê ya Mamostetiyê

"Ji bona teşwîqkirina mamosteyan em ê tevdîran hildin û dema mamostetiya bipeyman daxin 4 salan."

Qanûna Meslekê ya Mamostetiyê

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê di heyama pêşiyê da Qanûna Meslekê ya Mamostetiyê derxin. Ji bona teşwîqkirina mamosteyan em ê tevdîran hildin û dema mamostetiya bipeyman daxin 4 salan."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê beşdarî Civîna Nasandina Vîzyona Perwerdeyê ya 2023yan ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî bû.

Serok Erdogan destnîşan kir bi vîzyona perwerdeyê ya 2023yan înşellah wê di warê perwerdeyê da derkevin asta ku dixwazin.

Erdogan balê kişand ser mijara dersxaneyan û diyar kir carê hin hêz diketin dewrê û dersxane di ciyê xwe da diman û wiha dewam kir: "Dema em biryardarî di ser dersxaneyan da çûn encama wê gihîşt hewla derbeyê." 

Serok Erdogan der barê dersxaneyan da destnîşan kir nika heyameke din dest pê dike û wiha got: "Me çi kir, kîjan tevdîr hilda, dest bi kîjan sîstemê kir jî wê çaxê encameke bi dest nexist, nika em bi dest dixin."

Erdogan diyar kir wexta bûne hikûmet hewl dane ku di pergala perwerdeyê da hewcedarî bi dersxaneyan nemîne û wiha peyivî: "Min ji hevalên xwe ra got 'Dersxane hebin dibistan çima hene, divê em dersxaneyan rakin û her tiştî li dibistanan çareser bikin.' Mixabin ev bi derengî çêbû. Loma jî FETOyê salane bi 1-2 milyar lire pere qezenc kir."

Serok Erdogan der heqê girtina dersxaneyan da wiha got: "Bawer bikin ku hetanî em vê deftera ji dewletê ra bûye tehdîd ji weliyan ra bûye barekî giran negrin em ê rûyê rihetiyê nebînin."

Serok Erdogan destnîşan kir bi nav û dirûvên cuda ev pergala perwerdeyê ya paralel hebûna xwe dewam dike û got li gor standardên ku di belgeya me ya vîzyonê da hene em ê guherînên curbecur bikin û pirsgirêkê çi binî va çareser bikin.

Erdogan diyar kir ku ew ê di heyama pêşiyê da Qanûna Meslekê ya Mamostetiyê derxin.

Serok Erdogan diyar kir 920 hezar mamosteyên wan qehreman in û li her aliyê welêt bi fedakarî wezîfeyê dikin û got ji bona rewşa mamosteyên ku li herêmên pêş neketine dixebitin em ê hin tevdîran hildin.

Erdogan diyar kir mamostetiya bipeyman jinûva sererast dikin û got dema peymanê ya 4+2 bi tevahî 6 salan dadixin 3+1 bi tevahî 4 salan.

Serok Erdogan destnîşan kir di hildana mamosteyan şertê formasyona pedagojîk radikin û got êdî wê wezareta vê perwerdeyê bide.

Serok Erdogan diyar kir ku piştî binesaziya lazim were tamamkirin ew ê perwerdeya pêşdibistanê têxin mecbûrî.

Erdogan destnîşan kir ji rayedarên payebilind ên wezaretê bigrin hetanî midûrên xwendingehan ji midaxeleya derva ra girtî bixebitin.

Serok Erdogan destnîşan kir dixwazin di warê çavkanî, kitêbên pirsan, dersa taybet, etûd û mijarên din da barê weliyan ji holê rakin û wiha got: "Em ê piştgiriyên îlawe bidin xwendingehan, karên ku rêvebirên xwendingehan, mamoste û weliyên me derdixin hemberî hev ji holê rakin."

Erdogan destnîşan kir bangî miletê xwe dikim, ji bo Xwedê zarokên xwe teslîmî qursên dawiya hefteyê û ciyên din nekin.

Serok Erdogan di berdewamiyê da ji bona Vîzyona Perwerdeyê ya 2023yan diyar kir ev belgeya vîzyonê dê encamên xwe her sal gav bi gav wergire û got înşelah em ê di 2023yan da bigihêjin encama ji sedî 100.AA

Dîroka nûkirinê: 23 Cotmeh 2018, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE