Şaredariya Batmanê di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da sepana siwarbûna bêucret a li wesayîtên veguhestina giştî ya ji bo welatiyên 60 salî û jê mezintir bo demeke berwext rawestand.
Di daxuyaniya şaredariyê da hat balkişandin ku mafê siwarbûna bêucret a li wesayîtên veguhestina giştî, trafîqa veguhestina giştî zêde dike û lewma jî ev yek dibe sedema zêdebûna rîska şewbê û wiha hat gotin, "Ji bo rêlêgirtina belavbûna vîrusê û herwisa ji bo parastina welatiyên me ji 60î berjortir, biryar hatiye wergirtin ku ji 23yê adarê roja duşemê pê va 'Sepana Qartê Bêucret' ji bo demeke berwext were rawestandin."
AA