Qasî 20 kîlomêtro dîwarê ewlehiyê yê li ser sînorê Wan û Îranê temam bû

Qasî 20 kîlomêtro dîwarê ewlehiyê yê li ser sînorê Wan û Îranê temam bû

Li Çaldirana navçeya Wanê 20 kîlomêtroya dîwarê ewlehiyê ya li ser sînorê Îranê temam bû.

Li Wanê ji bo ku rê li ber qaçaxçîtiyê û derbasbûna terorîstan bê girtin li ser sînorê Wanê hêzên ewlehiyê dewriyeyê digerin û her tim sînor kontrol dikin.

Bi wesayîtên bêmirov û kuleyên optîk va sînor tê raçavkirin, koçberên bêdestûr tên girtin.

Ji sînorê Çaldiranê ber bi Bazîda Agiriyê û Yukseovaya Hekariyê çêkirina dîwar dewam dike.

- "20 kîlomêtroya dîwêr temam bû"

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xebatên li ser sînor dewam dikin û wiha axivî: "Ji par heta niha 104 lego û kuleyên mezin ên mono hatin çêkirin. Înşaeta 2 qereqolan dewam dike. 175 kîlomêtro xendek hat kolandin. Dîwarekî 64 kîlomêtroyî tê çêkirin. Niha 20 kîlomêtroya wê temam bû. Ji bo çêkirina 34 kîlomêtroyî kevir hatin temamkirin. Ji vir pê va wê bilez bê çêkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE