"Qasidên aştiyê" yên Başûrê Rojhilatê welêt malbatên neyar li hev tînin

Li herêmê gelek kesan ji ber neyartiyê koç kiriye û çûne bajarên din. Neyratiya ku bi salan dewam dike, dibe sedema pirsgirêkên telafiya wan ne pêkan e.

"Qasidên aştiyê" yên Başûrê Rojhilatê welêt malbatên neyar li hev tînin

Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê piştî şer û pevçûnên ku ji ber hincetên cuda derketine, di navbera malbatan da neyartî dest pê dike û carina bi salan dewam dike. Ji bo ku ev neyartî kuta bibe "qasidên aştiyê" bi malbatên neyar ra hevdîtinan dikin û paşê wan li hev tînin.

Li herêmê bi salan e ji ber gelek sedemên wekî erazî, revandina keçan, çêrandina heywanan şer û pevçûn dertên û paşê malbat li hev dibin neyar. Heta niha ji ber van neyartiya gelek kes hatine kuştin, jin bî, zarok jî sêwî mane.

Li herêmê gelek kesan ji ber neyartiyê koç kiriye û çûne bajarên din. Neyratiya ku bi salan dewam dike, dibe sedema pirsgirêkên telafiya wan ne pêkan e.

Zilamên ku mecbûrî dewe û doza xwînê digerînin an di êrîşan da tên kuştin an jî ji ber ku neyarên xwe dikujin, dikevin hebsê û ji bo jin û zarokên wan jiyaneke dijwar dest pê dike.

Neyartî û dozên xwînê wekî birîneke civakî ne û ji bo ku bi dawî bibin rîspî, amirên dewletê, alimên dîn, nûnerên civaka sivîl dikevin dewrê ku neyaran li hev bînin. Kesên ku dikevin navçêtiyê carinan bi salan têkoşînê didin ku neyartî kuta bibe.

"Qasidên aştiyê" carina werin qewirandin, carinan rastî bertekan werin jî bi aqlê selîm, sebir û birdyardarî tevdigerin û seba hin hevdîtinan çendîn kîlomêtre rê diçin û di encamê da bi ser dikevin.

Li herêmê heta niha bi saya van teşebisan bi sedan malbat hatin qanîkirin û li hev hatin. Malbatên ku lihevhatinê qebûl dikin bi merasimê destê xwe didin hev, li ser heman sifreyê xwarina aştiyê dixwin û li hev tên.

Bi lihevhatina malbatên neyar va pêşî li ber kuştinan û mexdûrbûnan jî hat girtin.

- "Em di pêvajoya aştiyê da hewildaneke mezin didin"

Li Diyarbekirê Hasan Arslanê mezinê malbata Hesenan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çi qas ji destê wan tê, ew li herêmê malbatên neyar li hev tînin.

Arslan diyar kir ku ew di "pêvajoya aştiyê" da hewildaneke mezin didin û got ku bi gelemperî aliyê ku dibe sedema mexdûriyetê tên cem wan û seba çareserkirina bûyerê ji wan alîkariyê dixwazin.

Arslan got ku ew timî bi malbatan ra hevdîtinan dikin û wiha dewam kir, "Em her du aliyan ra jî diaxivin û wan qanî dikin, paşê li hev tînin. Paşê seba lihevhatinê xwarineke aştiyê tê dayîn û tê da her du alî ji binê Qur'ana Pîroz ra derbas dibin, sond dixwin û li hev tên. Em jî pir kêfxweş dibin."

Arslan destnîşan kir ku carinan ew rastî bertekan jî tên, heta tên qewirandin jî, lê digel van ew ji ya xwe nayên xwarê û hewl didin ku aliyan li hev bînin.

- "Ji bo çareserkirina doza xwînê ya 50 salî jî em hewl didin"

Arslan destnîşan kir ku ji ber dozên xwînê tevlî kesên dimirin yên dikevin girtîgehan jî hene û wiha domand: "Lazim e ew li hev bên. Dewlet wezîfeya xwe dike. Yek tê kuştin û yek jî dikeve girtîgehê. Endamên din ên malbatê li derva dimînin û wan jî rika xwe kutaye hev. Ji ber vê jî em wan li hev tînin ku mesele çareser bibe. Heke bûyer bûyereke sed salî be jî zanin ku çareserî aştî ye û dibêjin em li hev bikin. Em jî diçin û wan li hev tînin. Bi tenê ne li Diyarbekirê em diçin bajarên din jî. Hin caran berî pevçûnê xeber ji me ra tê û em diçin mijarê çareser dikin. Ji bo çareserkirina dozeke me ya 50 salî jî em dixebitin û heke dema aştî pêk tê herî zêde em kêfxweş dibin. Biçûk mezin ferq nake bûyer bûyer e û dema lihevkirin pêk bê meriv şa dibe. Çend sal dibe bila be ji bo çareserkirina her nelihevkirinê em hewl didin û deriyê me li herkesî vekiriye."

- "Li kê derê bûyerek biqewime em diçin û mudaxele dikin"

Ji rîspiyên malbata Şahînan Mehmet Saît Gulçer got ku ew dixwazin bila di nav malbatan da dozên xwînê çênebin û wiha pê da çû: "Dema di navbera du malbatan da bûyerek rû dide em diçin û dikevin nava wan û ji bo mesele mezin nebe hewl didin. Esker û polês jî mudaxeleyî mijarê dikin û naxwazin ku bûyer mezin bibin. Lê digel vê dema bûyerek biqewime ji bo mexduriyeteke nû çênebe em tevdîran jî hildidin û kesên tevlî sûc bûne ji wê derê dûr dixin. Dema li heman taxê bin jî ji bo ku rastî hev neyên em tevdîran hildidin. Di bûyerên wiha da piranî aliyê tevlî sûc bûye tê ji me rica dike ku em bibin navbeynkar û dozê hel bikin. Wek rîspiyên herêmê ji bo çareserkirina dozan jî em hewl didin û hin caran dozên bi salan dewam kirine çareser dikin û aştî pêk tê û malbat li hev tên."

Gulçer destnîşan kir ku di hewl û xebatên xwe da ew bi tenê ji bo xêra Xwedê hewl didin û tu bendewariyeke wan tuneye û wiha dewam kir: "Hin dozên xwînê bi salan dewam dikin. Qanîkirina wan zehmet e. Heta niha em tevlî gelek dozan bûn û piraniya wan jî me çareser kir."

- "Tu dozeke me bi aştiyê çareser kir xirab nebû"

Li Batmanê Enver Kiliçarslanê Serokê Alim û Medreseyan got mêrkujî di civakê da bêhizûriyê derdixe.

Kiliçarslan destnîşan kir ku berê xundarî zêde bû dibû sedema mexdûriyetên mezin, gelek kes hatin kuştin, neheqiyê mezin hatin kirin, hema bêje dijminan firsenda jiyanê nedan hevdu.

Kiliçarslan got hin caran kesên elqeya wan bi bûyerê tunebûn ji ber ku eqrebe bûn hatin kuştin û wiha axivî: "Ji ber xundariyê gelek kes dihatin kuştin, neheqî dihat kirin, malên hevdu talan dikirin. Li gund çiqas eqrebeyên wan hebûna malên giştan dihatin şewitandin."

Kiliçarslan got wekî rîspiyên civatê ji bo xundaran li hevvdu bînin çi ji destê wan tê dikin, hin caran alî dixwazin navçêtiyê bikin hin caran jî bêyî daxwaza malbatan ji bo lihevhatinê tevdigerin.

Enver Kiliçarslan wiha pê da çû: "Em bi aliyan ra diaxivin, wan li hev tînin. Dema rîspiyên herêmê navçêtiya dozan dikin mesele mezin nabin û tên çareserkirin."

Kiliçarslan got ji bo rizaya Xwedê hewl didin û wiha got: "Hetanî îro tu dozeke me bi aştiyê çareser kir xirab nebû, aliyan aştî binpê nekir."

- "Di encama dozên dirêj da aştî hin caran bi zewacê jî pêk tê"

Murat Nergîzê waîzê pispor ê li Sêrtê jî got Îslam dînê aştiyê ye.

Nergîz got, "Xwedê Teala dibêje, mumin xuşk û birayên hev in. Navçêtiya xuşk û birayên xwe bikin û wan li hev bînin. Ligel vê di navbera Mislimanan da nîqaş derdikevin. Hin caran niqaş dibin mêrkujî. Pêşîlêbirîna van jî dîsa emrê dînê me ye."

Nergîz wiha pê da çû:

"Di navbera malbatên li hev tînin da têkiliyeke wisa çêdibe ku paşê ji hevdu qîzan dixwazin û dizewicin. Di aştiyê da selamet, ewlehî û hizûr heye. Meriv hêrs dikeve, nizane ku çi dike, hişê merivan li serê merivan nabe û paşê jî poşman dibe. Dema herin li girtîgehan ji wan bipirsin ew ê bêjin xwezila me gura mezinên xwe bikira. Dibê guh bidin mezinan. Li herêmê hin dewên xunê 10, 15 20 salan dewam dikin. Di encama dozên dirêj da aştî hin caran bi zewacê jî pêk tê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE