Qaşo berpirsyarên karmend û Türkiyeyê yên DHKP/Cyê hatin qefaltin

Qaşo berpirsyarên karmend û Türkiyeyê yên DHKP/Cyê hatin qefaltin

Yasemîn Karadag a qaşo berpirsyara Türkiyeyê ya DHKP/Cya rêxistina terorê ye û Yeter Gonul Aydin a qaşo berpirsa karmendan a DHKP/Cê di operasyoneke li Stenbolê da hatin qefaltin.

Di xebata ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Ewlekariya Stenbolê bi şirîkatî kirin da derket holê ku Yasemîn Karadag a ji sala 1992an vir va gelek caran hatibû qefaltin, di grevên birçûbûnê yên rêxistina terorê da cî girtibû û qasî 19 salan jî di girtîgehê da mabû qaşo berpirsa Türkiyeyê ya DHKP/Cê ye. Ev yek di encama kontrolkirina daneyên înformatîk ên hatibûn bidestxistin da derket holê. Herî dawîn Karadag di Tebaxa 2020î da hatibû binçavkirin û paşê jî hatibû berdan.

Qaşo berpirsê Türkiyeyê yê DHKP/Cê Cafer Sadik Erogluyê ku di kategoriya "gewr" a Wezareta Karên Navxweyî ji bo terorîstên li wan digeriyan amade kiribû da cî digirt, hatibû qefaltin û rêxistinê jî di şûnaEroglu da Karadagê wezîfedar kiriye.

Di heman daneyên înformatîk da derket holê Yeter Gonul Aydin a ku ji salên 2000î vir va 3 caran ketiye girtîgehê û derketiye jî qaşo berpirsa karmendan a DHKP/Cê ye.

Di encama şopandin û lêkolînan da Aydin û Karadag li navnîşanên lê diman da hatin binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE