Serok Recep Tayyîp Erdogan daxuyand Selman Bozkirê qaşo rêvebirê payebilind ê PKKya rêxistina terorê û berpirsê giştî yê Mexmûrê hat berterefkirin."
Serok Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha daxuyand: "Ez dixwazim xebereke xweş bidim gelê me. Selman Bozkirê rêvebirê payebilind ê PKKya rêxistina terorê û berpirsê giştî yê Mexmûrê yê ku nasnavê wî "Doxtor Huseyîn" e ji hêla qehremanên me yên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî hat berterefkirin."
Erdogan got ewli ser navê gel spasiya kesên ku keda wan di vê vê operasyonê da heye dike.
Erdogan wiha dewam kir: "Em ê destûrê nedin rêxistina xayîn û cudakar Mexmûrê wek navend bi kar bîne, em ê terorê di çavkaniya wê da ji holê rakin."
AA