Qatilê balerîna ciwan hat girtin

Ceren Özdemira ku li Orduyê rastî êrîşê hatibû hat binaxkirin

Ceren Özdemir, xwendekara zanîngehê û balerîn bû. Hêj 20 salî bû. Li Orduyê li ber deriyê mala xwe hat kuştin. Bersûcê ku Ceren kuşt hat girtin. Derket ku bersûcê li xwe mikûr hat 3 roj berê ji girtîgehê firar kiriye. Berê 12 sûcên din kirine.

Hej ciwan bû.

Ceren Özdemîr hêj 20 salî bû…

Pir dixwest bibe balerîneke serkeftî..

Wê 3 roj şûnde wê rojbûna xwe pîroz bikira.

Lê yekî ku li dû keçikê bû, li ber deriyê mala wê êrîşî wê kir.

Bi operasyoneke serkeftî bersûc hat girtin. Demên dawî yên balerîna ciwan jî wiha ketin ber kamerayan.

Ceren Özdemira ku birîna wê xedar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ewlekariya Orduyê, ji bo bersûcê qetlê bigre tîmeke taybet ava kir.

Kamerayên ewlehiyê yek bi yek hatin kontrolkirin.

Polîsan li îfadeyên gelek kesan guhdarî kir.

Xwişka Ceren, Gizem Özdemir ji polîsan re got kujer dora 40 saliyî de bû û cil û bergên reş li xwe kiribûn.

Dema dîmenên kamerayan hatin kontrolkirin, derket ku êrîşkar beriya wê bikuje li pey Ceren Özdemirê bûye.

Pişt re hat tespîtkirin ku bersûc li navçeya Altinorduyê ye.

Polîs çûn û xwestin gumanbar binçav bikin, lê li ber xwe da.

Waliyê Orduyê Seddar Yavuz, eşkere kir ku bersûcê qetlê 3 roj berê ji girtîgehê fîrar kiriye û derheqê wî de biryara girtinê heye.

Berê 12 sûcên din kirine û hat tespîtkirin ku zarokeke astendar a 14 salî jî kuştiye.

Ceren Özdemir, li Zanîngeha Orduyê di beşa Hunerên Sehneyê û Muzîkê de di pola sêyem de dixwend. Him malbata Cerenê him jî hevalên wê pir xemgîn bûn. Ji bo Ceren li zanîngeha wê merasîm hat lidarxistin.

Piştî merasîma cinazeyê Ceren Özdemir li navçeya Ulubeyê hat binaxkirin.

Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zümrüt Selçukê jî derheqê bûyerê de, li ser hesabê xwe yê medyayê got: “ Ji bo kujer cezayê herî giran bigre em ê jî tev li dozê bibin û heta dawiyê dozê bişopînin.”

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE