Qaymeqamê Cizîrê Faîk Arican xelat da werzişvanên di Şampiyonaya Wushu Kungfu ya Sporên Xwendingehan a Tirkiyeyê.
Medenî Çelîk û Muhammet Sabîtê ku di Şampiyonaya Wushu Kungfu ya Sporên Xwendingehan a Tirkiyeyê da derece hildan bi Zahît Sevînîkê antrenorê xwe ra Qaymeqam Arican ziyaret kirin.
Arican got serkeftina werzişvanên ciwan wan kêfxweş dike û wiha pê da çû: "Ligel hemû kêmasiyên derfetan bi ser ketin û em jî şa bûn. Di nav gelek werzişvanên bi tecrube da têkoşîn dan û derece hildan. Bi dereceyê vegeriyan Cizîrê em carekê dîsa kêfxweş kirin."
Qaymeqam Arican hin diyarî dan werzişvanan.