Qaymeqam Yelek: Li Hîzanê pêketiyên Kovîd-19ê neman

Qeymeqamê Hîzanê Muhammed Îkbal Yelek daxuyanî da û diyar kir ku ji 14ê Rêbendanê vir va li navçeyê pêketiyên nû nehatin tesbîtkirin.

Qaymeqam Yelek: Li Hîzanê pêketiyên Kovîd-19ê neman

 Li Hîzana navçeya Bidlîsê pêketiyên şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) neman.

Qeymeqamê Hîzanê Muhammed Îkbal Yelek daxuyanî da û diyar kir ku ji 14ê Rêbendanê vir va li navçeyê pêketiyên nû nehatin tesbîtkirin.

Yelek di axaftina xwe da got: "Welatiyên me yên hêja yên Hîzanî ji îro pê va li navçeya me tu pêketiyekî Kovîd-19ê li navçeya me derneketiye. Ji ber ku hûn li gor wan tewdîrên berfireh ên ku dewleta me kir rewacê tevgeriyan, ez ji we hemûyan ra spas dikim û dixwazim bi bîr bixim ku li gorî rêzikên mesafe, paqijî û rûpêçê tevger gelek muhîm e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE