Qedayîfa badayî şêraniyeke kevnar a Diyarbekirê ye û hosteyên qedayîfê wê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di meha remezanê da jî şêraniyê bigihînin ser sifreyên fitarê.
Hosteyên qedayîfê ku bê navber vê tehma kevnare a sedsalane çêdikin, seba remezanê dest bi mesaiyê kir.
Saziya Patent û Marqeyan a Tirk 4 sal berê ev şêranî tescîl kir. Ji bo vê şêraniya ku bi fistiq, gûz, to û penêr jî çêdibe, sparîşan dest pê kir.
Hosteyan jî di çarçoveya tevdîrên şewbê da xebatên xwe zêde kirin.
Qedayîf rojane tê çêkirin û ji mişteriyan ra tê şandin. Enqere, Stenbol di serî da ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê jî sparîş tên dayîn.
Karîgerê dezgeha qedayîfê Lutfu Karacaoglan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, di meha remezanê da firotina qedayîfan zêde dibe û ew ji bo ku xwe bi sparîşan ra bigihînin, zêde dixebitin.
Karacaoglan diyar kir, "Mesaiya me ya remezanê dest pê kir. Înşeallah em ê xwe bi sparîşên gelê xwe ra bigihînin û şêraniyê bigihînin wan." û daxuyand ku ew ê di nav pakêtan da ji mal û kargehan ra serwîsê bikin.
Hosteyê qedayîfê Mahmut Akdîvar jî got ku 17 sal e ew vî karî dike û li ber destê bavê xwe fêrî vî karî bû.
Akdîvar daxuyand, ew li gor daxwazê fistiq, gûz, to dixin hevîrê ku weke têl têl hatiye amadekirin, paşê li hev dêpêçin, badidin û dipêjin, 45 deqîqe piştî pehtinê jî şerbeta wê di ser da dikin.
AA