"Qederê 5 hezar avahiyên di asta navîn da xisar dîtine hene"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum li ser xebatên ji bo tespîtkirina avahiyên ku ji ber erdheja li Îzmirê xisar dîtine daxuyanî da.

"Qederê 5 hezar avahiyên di asta navîn da xisar dîtine hene"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum der barê erdheja li Îzmirê da wiha got: "Îro li 61 hezar û 735 avahî û li 348 hezar beşên cuda da xebatên tesbîtkirina xisarê temam bûn."

Kurum piştî civîna li Navenda Kordînasyonê ya AFADê ya Îzmirê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Kurum got ku li Îzmirê îro li 61 hezar û 735 avahî û li 348 hezar beşên cuda da xebatên tesbîtkirina xisarê temam bûne.

Kurum diyar kir di 857 dibistanan da tesbîtên xisarê hatin kirine û wiha axivî: "5 dibistanan xisareke mezin dîtiye û 18 dibistanan jî di asta navîn da xisar dîtine. Xwendekarên van dibistanan wê derbasî dibistana taxê ya herî nêz bibin."

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum destnîşan kir ku avahiyên tesbîtina wan hatine kirin ku xisareke mezin dîtine, xera bûne û divê acîl bên xerakirin derket 309an û hejmara yên beşên cuda jî derket 4 hezar û 425an.

Kurum diyar kir qederê 5 hezar avahiyên di asta navîn da xisar dîtine hene û wiha peyivî: "Em ê îro dest pê bikin û 5 hezar lire alîkariyê bidin xwediyên malan û ji bona kesên di kirê da ne jî 2 hezar û 500 lire alîkariya barkirin û kirê bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE