Qedexeya derketina derva ya ji bo 31 bajarî didome

Qedexeya ji hêla Wezareta Karên Navxweyî hat îlankirin duh bi şev saet di 24.00an da dest pê kir û heta sibê (12ê Nîsanê) bi şev saet 24.00an wê dewam bike.

Qedexeya derketina derva ya ji bo 31 bajarî didome

Di çarçoveya têkoşîna li hemberî vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da qedexeya derketina derva ya ku ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldakê hat îlankirin, bi şev dest pê kir.

Di çaroveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî da li Edene, Enkere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Erzirom, Eskîşehir, Gazîenteb, Hatay, Stenbol, Îzmir, Qehremanmeraş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Ordu, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekîrdag, Trabzon û Wan tevlî Zonguldakê welatî ji ber îlankirina qedexeya derketina derva wê nikaribin derkevin derva.

Qedexeya ji hêla Wezareta Karên Navxweyî hat îlankirin duh bi şev saet di 24.00an da dest pê kir û heta sibê (12ê Nîsanê) bi şev saet 24.00an wê dewam bike.

Der barê kesên ku guh nedin qedexeya derketina derva da wê him ji hêla edlî û him jî ji hêla îdarî va wê muemele bê kirin.

Giştînameya Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyên 31 bajarî ra duh bi şev hatin şandin.

Li 31 bajarên ku wê qedexeya derketina derva lê bê sepandin firneyên biruxsat, nexweşxane û dermanfiroş wê vekirî bin.

Di nav vî 2 rojî da heke kesek bimire xizmên wî/wê yên sereke ji bo definkirinê wê bikaribin derkevin û muameleyên qanûnî yên qedexe li hemberî wan wê neyê sepandin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE