Qedexeya derketina derva ya li çar aliyê Turkiyeyê bo îro qediya

Di çarçoveya tewdîrên têkoşîna dijî şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) da qedexeya derketina derva ya ku li çar aliyê Turkiyeyê nava hefteyê duh di saet 21.00î da dest pê kir, îro berdestê sibehê, di saet 05.00î da bi dawî bû.

Lijneya Wezîran a ku di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da li Qesra Serokomariyê kom bû, ji bo têkoşîna dijî Kovîd-19ê tewdîrên nû hilda.

Di vê çarçoveyê da nava heftê ji saet 21.00î bigir heta 05.00an wê qedexeya derketina derva bê sepandin.

Di çarçoveya tewdîrên nû da qedexeya derketina derva ya nava heftê duh di saet 21.00î da dest pê kir û îro serê sibehê di 05.00an da jî qediya.

Heta biryareke duyemîn ev qedexe wê nava hefteyê her roj dewam bike û di rojên dawiya heftê da jî qedexe wê ji roja îniyê di saet 21.00î da dest pê bike heta saet 05.00ê sibeha roja duşemiyê wê dewam bike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE