Qedexeya derketina derva ya ku ji ber operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê li deverên çiyayî yên Sêrt û Erûhê li 77 gund, tax û mezreyan hatibû ragihandin, bi dawî bû.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Fermandariyên Cendirmeya Bajêr û Cendirmeya Navçeya Eruhê ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî, girtina tevkarên wan, xerabkirina sitargeh, depo û cihên wan ên mayînê operasyon li dar xist.
Di vê çarçoveyê da qedexeya derketina derva ya ku ji bo ku can û malê welatiyên li herêma operasyonê were parastin li gund, tax û mezreyên Kavakozu, Kemerlî, Erdogdu, Yokuşbaglar, Meşelîdere, Baglica, Demirkaya, Ormanardi, Kayikli, Kuşluca, Yazlica, Balikli, Yiginli, Çîçekyurdu, Ozkonak, Eglence, Saglarca, Akarsu, Banadalî, Kalenderê ên ser navendê, Kiliçkaya, Payamli, Çaglan, Beson, Baggoze, Çeltîksuyu, Kaşikyayla, Sevîndîk Ekînyolu, Dursunlar, Salkimbaglar, Karadayilar, Taşdîrek, Kutluca, Ufaca, Yeşîloren, Kavakgolu, Oymakiliç, Çirpili, Kazanli, Gelenkardeş, Akdîken, Budamiş, Peynîrlî, Buyukbasnî, Bozatli, Verîmlî, Yerlîçoban, Bozkuş, Ilicak, Yokuşlu, Keklîktepe, Karabiyik, Yelkesen, Çîmencîk, Bucakli, Bîngol, Aydogmuş, Gonulaldi, Dîkbogaz, Dagdoşu, Demiremek, Baştarla, Yedîyaprak, Çetînkol, Donerdover, Golgelîkonak, Uzumluk, Dalkorur, Dadakli, Çîmenlî, Ulaşlar, Ortakli, Ozlupelît, Gulburnu, Erenkaya û Dalkorur ên Eruhê ji 11ê gulanê saet 23.00î pê va hatibû ragihandin, bi dawî bû.
AA