Qedexeya hec û umreyê rabû

Li acenteyên ku welatiyan dibin hecê liv û tevgerdarî heye 

Qedexeya hec û umreyê rabû

ji ber şewba koronayê seferên umre û hecê hatibûn sekinandin. serokatiya diyanetê daxuyanî da û got êdî qedexeya umre û hecê hatiye rakirin. piştî vê biryarê li acenteyan liv û tevgerdariyê dest pê kir.  

Ev 2 sal in ji ber şewba vîrûsa koronayê seferên umre û hecê hatibûn qedexekirin. 

Lê Serokatiya Diyanetê ragihand ku êdî qedexe hatiye rakirin û welatî dikarin biçin ziyareta kâbeyê. 

Piştî vê biryarê acenteyên ku organîzasyonên hec û umreyê dikin dest bi amadehiyan kirin.  

Welatî li bendê ne ku di nav demeke kurt de kesên ku wê biçin hecê diyar bibin. 

Erebistana Siûdî,  îsal ji bo Tirkiyê 37 hezar û 770 kontenjan veqetand.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE