Qedexeyên roja hilbijartinê 

Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, DSP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP, SP, TKP Û VP ew ê beşdarî hilbijartinê bibin.

Qedexeyên roja hilbijartinê 

Tirkiye ji bo bijartina rêvebirên herêmî yên ku ew ê 5 salan wezîfeyê bikin sibê here ser sandiqê.

Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31ê adara 2019an da 57 milyon hilbijêr ew ê li ser 194 hezar û 390 sandiqî dengê xwe bidin.

Li gor biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, DSP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP, SP, TKP Û VP ew ê beşdarî hilbijartinê bibin.

Xêncî şert û mercên di qanûnê da hatine rêzkirin her hilbijêr ew ê li ser sandiqa lê hatiye qeydkirin raya xwe biavêje. Hilbijer nikare ji bo heman hilbijartinê ji carekê zêdetir dengê xwe bide. Hilbijêr li kîjan herêmê qeydkirî be ew ê bi tenê li wê herêmê dengê xwe bide.

Hilbijêrên li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Denizlî, Diyarbekir, Erzirom, Eskîşehir, Gazîantep, Hatay, Stenbol, Îzmir, Qehremanmaraş, Qeyserî, Kocaelî, Qonya, Meletiye, Manis, Mêrdîn, Mêrsin, Muxla, Ordî, Sakarya, Samsun, Şanliurfa, Tekirdax, Trabzon û Wanê hilbijêr ew ê ji bo "şaredariya bajarê mezin", "şaredariya navçeyê", "endamtiya meclisa şaredariyê", "mixtar û heyeta îxtiyaran" rayên xwe biavêjin.

Li bajarên ku bajarê mezin nînin jî hilbijêr ew ê ji bo "endamtiya meclisa giştî ya bajêr", "şaredariya navçeyê", "endamtiya meclisa şaredariyê", "mixtar û heyeta îxtiyaran" rayên xwe biavêjin. Hilbijêrên li gundan ew ê ji bo "endamtiya meclisa giştî ya bajêr", "mitar û heyeta îxtiyaran" dengê xwe bidin.

Rengê rayên werin dayîn jî wiha ne: Şaredariya bajarê mezin "sipî", endamtiya meclisa giştî ya bajêr "tûtik", şaredariya navçe û bajêr "hêşîn", endamtiya meclisa şaredariyê "zer". Hemû rayan ew ê têxin heman zerfê.

Saetên dengdayînê 

Li gor biryara LHByê hilbijêrên li Adiyemen, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bidlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîenteb, Gîresun, Gumuşxane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremenmereş, Mêrdîn, Mûş, Ordî, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tuncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di navbera saet 07.00-16.00an da li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an da rayên xwe biavêjin. 

Wexta saeta dawîn a dengdayînê hat jî serokê sandiqê ew ê kesên li wê derê ne bijmêre û ji bo rayavêtinê destûrê bide wan.

Sandiqên seyar

Wekî mayîn hilbijêrên nexweşê nav nivînan û yên astengdar jî ji bo li ser sandiqên seyar rayên xwe biavêjin jî ew ê hetanî îro êvarê serîlêdana xwe bikin.

Beriya saeta bidawîbûna dengdayînê sandiq ew ê neyên vekirin

Li bajarên saeta dengdayînê  07.00-16.00 e beriya saet 16.00an li bajarên din jî beriya 17.00an ray ew ê neyên jimartin. Her çiqasî hemû hilbijêran dengê xwe dabe jî hetanî saeta deng dayînê temam nebe ew ê nikaribin sandiqê vekin.

Kesên nexweş, bizaro û astengdar ew ê qet li hêviya dorê nesekinin û rayên xwe biavêjin. Wekî mayîn kesên alîkariyê didin van hilbijêran jî ew ê li benda dorê nesekinin û dengê xwe bidin. 

Qedexeyên roja hilbijartinê 

Îro di navbera saet 06.00 û 24.00an da alkolê neyê firotin, li ciyên umumî firotin û vexwarina alkolê qedexe ye, di dema dengdayînê da mekanên kêfxweşî û şahiyê wê neyên vekirin, li loqanteyan bi tenê xwarinê bê dayîn. 

Xêncî hêzên ewlekariyê tu kes nikare sîlahê bi xwe ra bigerîne. Di radyoyan da hetanî saet 18.00an der barê hilbijartinê da şîrove, xeber, texmîn ew ê neyê kirin, ev qedexe ye. Di radyo û hemû ezayên çapemenî û medyayê da di navbera saet 18.00-21.00an da der barê hilbijartinê da bi tenê teblîx û xeberên ku ji YSKê hatine bên weşandin. 

Piştî saet 21.00ê hemû weşanê serbest bin lêbelê heke YKS biryarê bide dibe ku beriya vê saetê jî weşanê serbest bike.AA

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE