Li navenda Hakkariyê malbatekê xwest pezê xwe beriya destpêkirina qedexeya derketina derve bibe zozanan. Ji bo vê jî ji polîsan alîkarî xwestin û bi alîkariya wan pezê xwe ji nava bajêr derbas kirin û birin zozanan.
Li pêşî wesayîteke polîsan, li pişt wê qefla pez û li pişt pez dîsa wesayîteke polîsan...
Ev dîmen li navenda Hakkariyê hatin kişandin.
Malbateke ku debara xwe bi xweyîkirina pez dike, xwest beriya qedexeya derketina derve ya 4 rojan pezê xwe bibe zozanan.
Endamên malbatê ji bo alîkariyê ji Midûriya Ewlekariyê alîkarî xwestin.
Midûriyê jî bi du wesayîtên polîsan alîkarî da.
Malbatê bi alîkariya polîsan pezê xwe ji nava bajêr derbas kir û berê xwe da Zozanê Berçelanê.