Bi destpêkirina geştên asîmanî yên di navbera Turkiye û Rûsyayê da ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hatibûn rawestandin, 519 turîstên Rûs hatin "paytextê turîzmê" Antalyayê.
Geştên asîmanî ku ji ber Kovîd-19ê meha adarê hatibûn rawestadin, 1ê tebaxê bo Îstanbul û Ankarayê, îro jî ji bo Antalya, Dalaman û Bodrumê dest pê kirin.
Balafira ku ji Balafirgeha Moskova Sheremetyevoyê rabû, saet 03.25an li Balafirgeha Antalyayê danî.
Turîstên ku ligel malbat û hevalên xwe hatin balafirgehê, maske dan ber devê xwe û wisa ji balafirê peya bûn. Turîst her wisa ji kamerayên termal derbas bûn û bi dezenfektanên li ciyên diyarkirî, destê xwe dezenfektan kirin û piştî miemeleyên pasaport û walîzê, bi servîsan çûn otêlên xwe.
Turîstên Rûs ên ku ji balafirgehê çûn wiha gotin, "Me gelekî bêriya Turkiyeyê û Antalyayê kiribû. Merheba Turkiye."AA