Qendîla Beratê tê pîrozkirin

Qendîla Beratê ya ku mizgîniya meha remezanê dide îro tê pîrozkirin.

Qendîla Beratê tê pîrozkirin

Qendîla Beratê şeva 15emîn a meha şebanê ye.

Meha şebanê ji sê mehên pîroz ya duyemîn e ku di 25ê Sibatê da dest pê kiribû.

Peyva "Beraet"ê li gor dînê Îslamê tê meneya xwe ji gunehan paqijkirinê, paqijbûnê, ji hêla Xwedê va efûbûn û rehmetê.

Tê gotin Hz. Mihemed der barê Qendîla Beratê da wiha gotiye;

"Şeva 15emîn a meha şebanê bi îbadetê derbas bikin, rojê jî rojiyê bigrin. Lewra Xwedayê mezin vê şevê bi rehmeta xwe di esmanê dinyayê da tecellî dike û dibêje 'Kesî ku tobe bike tune gelo ez tobeya wî qebûl bikim. Kes tune ku riziq bixwaze ez rizqê wî bidim, Kes tune ku şifayê bixwaze ez şifaya wî bidim. Kes tune ku tiştekî bixwaze ez daxwaza wî bidim."

Ji ber vîrusa koronayê Serokatiya Karên Diyanetê li mizgeftan îbadeta bi komî qedexe kiribû. Ji ber vê welatî wê li malên xwe îbadetê û diayan bikin.

Di televizyona TRT 1ê da bernameya taybet a qendîlê wê bê weşandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE