Qendîla Mîracê îşev tê pîrozkirin

Di şeva mîracê da pênc wext nimêj hat ferzkirin, mizgînî hat dayîn ku kesên ji Xwedê ra şîrkê nekin, wê werin efûkirin û du ayetên dawîn ên Sûreyê Beqere nazil bû.

Qendîla Mîracê îşev tê pîrozkirin

Qendîla Mîracê rastî şeva 27emîn a meha Recebê tê ku meha ewil a sêmehan e û di 2yê sibatê da dest pê kir. Li gor baweriya Îslamê Hezretê Muhammed li ser deweta Xwedê bi rêberiya Cebraîl Aleyhîsselam di 27ê Receba 621ê hîcrî da ji Mescida Heramê çûye Mescida Eqsayê, ji wir jî derketiya semayê û çûye alemên din û hizûra îlahî.

Ev bûyer weke "Mucîzeya Îsra û Mîracê " tê binavkirin û di sûreyên Îsra û Necmê yên Qur'ana Pîroz da derbas dibe. "Bûyera Îsrayê" ji rêwîtiya ku Hezretî Muhemmed şevekê ji Mekeyê diçe Qudsê ra tê gotin, "Bûyera Mîracê" jî ji rêwîtiya wêdatirî asîmanan ra tê gotin.

Di şeva mîracê da pênc wext nimêj hat ferzkirin, mizgînî hat dayîn ku kesên ji Xwedê ra şîrkê nekin, wê werin efûkirin û du ayetên dawîn ên Sûreyê Beqere nazil bû.

Her wiha di vê şevê da Xwedê ji Hezretî Muhemmed ra di Sûreyê Îsrayê da distûrên wekî parastina mafê jiyana merivan, exlaq û fezîleta ku şeref û haysiyetê diparêze, hizûr û ewlehiya civakê pêk tîne, ragihandin.

Di Qendîla Mîracê da ji Misilmanan ra tê pêşniyazkirin ku kesên nimêjên wan ên qeza hebin, nimêjên xwe temam bikin, kesên ku qezayên wan tunebin jî nimêja nafîle bikin, Qur'ana Pîroz bixwînin, tobe û dia bikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE