Di doza TIRên MÎT’ê de qerar derket. di nav bersûcan de rayedarên wê demê yên ku talîmat dabûn jî hene. mehkemeya bilind, j 17an heta 26 salan cizayê hepsê da bersûcan.
Dadgeha Bilind di doza sekinandina TIRên MÎT de 22 sal û 6 meh ciza li Serdozgerê Komarê yê Edenê yê berê Suleyman Bağryank birrî.
Fermandarê Hêrêmê yê Cendirmeyan ê berê yê Edenê Hamza Celepoğlu 20 sal, Fermandarê Cendirmeyan ê berê yê Edenê Özkan Çokay jî 20 sal û 5 meh ciza girt.
Dadgeha Bilind ji Dozagerê taybet ê Edenê Ezîz Takç re 26 sal, wekîlê serdozger ê berê Ahmet Karaca re 18 sal û 9 meh, Dozgerê Edenê yê berê Özcan Şîşman re jî 17 sal û 3 meha ciza birrî.
Dadgeha Bilind, ragihand ku bersûcan bi talîmatê çalakiyên rêxistinî kirine û wisa rave kir: Bersûcan, belgeyên nepen yên dewletê peyda û eşkere kirine. Ev sûc e.