Qeraxê Xelfetiyê wê were firehkirin

"Bi qasî kîlometreyekê qeraxê me heye. Em ê vê bi xebat û arîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê derxine 5 kîlomêtreyî."

Qeraxê Xelfetiyê wê were firehkirin

Şaredariyên Xelfetiyê ya ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kiribû, qeraxê navçeya ku li ser Çemê Ferat û Benda Bîrecîkê ye wê ji kîlomêtreyekê derxine 5 kîlomêtreyan.

Li Xelfetiya 19 meh ewil bi destê Wezareta Karên Navxweyî qeyum lê hat wezîfedarkirin xebatên çandî, civakî û binesaziyê dewam dikin.

Bi saya xebatên şaredariyê jimara turîstên ku navçeyê ziyaret dikin van heyamên dûmahiyê ji 250 hezarî derket qasî 750 hezar kesî.

Şeref Albayrakê Qaymeqamê Xelfetiyê yê wekî şaredar hatibû wezîfedarkirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ew ê bi xebat û arîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê qeraxê navçeya li ser Çemê Ferat ji kîlomêtreyekê derxine 5 kîlomêtreyan.

Albayrak diyar kir li navçeyê potansiyela turîzmê zehf e û got bi xebatên tên kirin hejmara turîstên xwemalî û biyanî her roj zêdetir dibe û wiha axivî:

"Xelfetî navçeyeke turîstîk e. Navçeya me li ser qeraxê Çemê Feratê ye. Me li vî alî hin xebatên baş kirin. Me qeraxê li ser çem ji serî va nû kir û hin xebatên peyzajê kirin. Niha qasî kîlomêtreyekê qeraxê me heye. Em ê vê înşellah bi saya xebat û arîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê derxine 5 kîlomêtreyî. Li ser vê qeraxê banqên rûniştinê, rêyên meşê û ciyên ku kesên hez dikin xwe biavêjine avê em ê çêbikin. Piştî vê projeyê ez bawer im ku turîzma navçeyê wê baştir be."

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE