Li Stenbolê, qerebalixa di rawestgehên metrobûsan de dewam dike. welatî serê sibê ji bo ku biçin ser kar û dibistanan derketin riyan. lê dîsa heman zor û zehmetî hebûn…
Stenbolî ji bo çûn û hatinê bi giştî metrobûsê tercîh dikin. Di rewastgehên metrobûsan de gelek însan ketin rêzê..
Bi taybetî jî ber destê sibê û di derketina kar de qerebalixî çêdibe, welatî di rewasgehan de disekinin.
Welatî ji qerebalixiya rewasgeha Altunîzadeyê aciz bûbûn û ji reyedaran xwestibûn ku vê pirsigêkê çareser bikin.
Murat Ongunê şewirmendê çapameniyê yê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu diyar kir ku ji ber zêdekirina seferên metroyê qerebalixî çêbûye û ji Stenboliyan lêborîn xwest.
Welatî li rawestgehan bi qasî 10 û 15 deqîqeyan li benda metrobûsê disekinin.