Qerejdax ji ber ku berf dihele kaşbazên dawîn ên sezonê diezimîne

Qerejdaxa ku li cihê ku sînora Şanlıurfa û Diyarbekirê digihê hev cî digire û kêmzêde 150 kîlomêtro dûrî gelek bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê ye û raqima qê 1919 e tekane lûtkeya herêmê ya bi berf e û bi taybetmendiya xwe ya navenda kaşûnê ya tebiî va derdikeve pêş.

Qerejdax ji ber ku berf dihele kaşbazên dawîn ên sezonê diezimîne

 Navenda Kaşûnê ya Qerejdaxa li Şanlıurfayê ya ku wekî Uludaxa Herêma Başûrê Rojhilatê ye kaşbazên dawîn ên sezonê diezimîne.

Qerejdaxa ku li cihê ku sînora Şanlıurfa û Diyarbekirê digihê hev cî digire û kêmzêde 150 kîlomêtro dûrî gelek bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê ye û raqima qê 1919 e tekane lûtkeya herêmê ya bi berf e û bi taybetmendiya xwe ya navenda kaşûnê ya tebiî va derdikeve pêş.

Navenda kaşûnê herku diçe tê naskirin û welatiyên bi cil û bergên herêmî dîmenên rengîn derdixînin holê û welatiyên herêmê eleqe nîşanî navendê didin.

Li navendê sitûrahiya berfê dora 30 santîmêtroyê ye û pîsta wê biqasî kîlomêtroyekî ye û kaşbazan diezimîne.

Navend her sal wek dawiya sibatê û serê adarê heyamê digire û îsal ji ber ku germahiya hewayê nêzî 20 pileyê ye û berfê dest bi helanê kir amadehî dike ku heyamê bigire.

"Li herêmê eleqeya ji bo kaşûnê zêde dibe"

Berpirsyarê pîsta navenda kaşûnê Ramazan Agaçli daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku îsal hem ji ber kêmasiya berfê hem jî ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) sezoneke bi dilê xwe derbas nekirin. 

Agaçli diyar kir ku kaşûnê hînê ziyaretvanên ecemî dikin û plan dikin ku heta serê adarê pîstê vekirî bihêlin û wiha axivî: "Me dereng dest bi sezonê kir lewra zêde qerebalixiya me tune. Ji hemû bajêr û navçe, gund, bajarokên Başûrê Rojhilatê gelek ziyaretvan tên. Meraqa li ser vir jî eleqeya li ser kaşûnê jî her ku diçe zêde dibe."

Bi şelwarê va xwe kaş kir

Abdulkadîr Açanê Diyarbekirî yê 55 salî bi şelwarê xwe va xwe kaş kir û diyar kir ku her sal têne vir û got ku "Mirovên herêma me li vir kêfê dikin, moralê dibînin. Zarokên me malbatên me tên. Em dixwazin ku ev der piçek din bên mezinkirin û vê derê xweştir bikin. Ez jî xwe kaş dikim lê hinek kêmasiyên min ên teknikî hene. Ciwanên me xwe xweşik kaş dikin. Ez bi eleqeyeke mezin kaşbazan dişopînim."

Kasim Keskîn jî xwest ku kêmasiyên li navendê ji holê bên rakirin û got ku "Em car caran tên, cihekî gelekî xweş e. Li herêmê herî pêşî li vir berf dibare. ev der Uludaxa Başûrê Rojhilat e."

Sîbel Yildiza xwendekara pola 7emîn a ji Şanlıurfayê jî qal kir ku cara ewil tê navendê û gelekî kêf kir, bi taxûkê xwe kaş kir û lîst.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE