Li Şirnexê mîrata dîrokî û çandî ya 400 salî qesra axayê sor, di bûyerên tundiyê de hatibû xirakirin. Niha bi pêşengiya zanistî ya zanîngeha Şirnexê, ji aliyê Walîtî, Şaredarî û zanîngehê ve tê avakirin.
Li Şirnexê di sala 2015an de ji ber bûyerên terorî gelek deran zirar dîtibû.
Yek ji van Qesra Axayê Sor e ku bi navê Qesra Evdirehman Axa jî tê zanîn.
Ev qesr niha ji nû ve tê avakirin.
Qesra 400 salî ji aliyê zanîngeh, walîtî û şaredariyê ve, bi projeyeke milyonek û 669 hezar lîreyî tê çêkirin.
Qesra Axayê Sor di nav kampusa zanîngehê de ye û piştî ku temam bibe, li vir xwendekar wê kar û barên hunerên xweşik bikin.