Qesra ku 235 sal e li ser xwe ye: Qesra Îshaq Paşa

Qesra Îshaq Paşa ya ku 19 sal berê hildan Lîsteya Berwext ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê ji xeynî Tirkiyeyê ji Ewropa û Asyayê jî bala geştiyaran dikişîne.

Qesra ku 235 sal e li ser xwe ye: Qesra Îshaq Paşa

Qesra Îshaq Paşa ya li Bazîda navçeya Agiriyê ku piştî Topkapiyê qesra herî mezin e bi xebatên ku bi destê Wezareta Çand û Turîzmê tên kirin hejmara turîstên tên serdana herêmê zêde dibe.

Qesra Îshaq Paşa ya ku 19 sal berê hildan Lîsteya Berwext ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê ji xeynî Tirkiyeyê ji Ewropa û Asyayê jî bala geştiyaran dikişîne.

Qesra Îshaq Paşa ya ku 7 kîlomêtro dûrî navenda Bazîdê ye û li ser girekî ku hezar û 900 mêtro bilind e hatiye çêkirin bi 116 odeyên xwe û bi pergala daşirê ku berê lê hatiye emilandin mîna hêlîna qertelê ye.

Prof. Dr. Yusuf Çetinê Dekanê Fakulteya Hunerên Xweşik ya Zanîngeha Îdirê û Hîndekarê Zanîngeha Îbrahîm Çeçen ya Agiriyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir Qesra Îshaq Paşa li Anadoluyê berhema herî mezin û girîng ya mîmariya Osmaniyan e û got ku di heman demê da ev qesr li Anadoluyê qesra tekane ye.

Çetin der barê çêkirina Qesra Îshaq Paşa da wiha axivî: "Di kitabeya li ser deriyê tacê ya heremê da dinivîse ku ev qesr sala 1784an da ji hêla Îshaq Paşayê 2yemîn va hatiye çêkirin. Qesr avahiyeke kompleks e û ji 3 hewşên di nav hev da ne pêk tê."

Yusuf Çetin destnîşan kir Qesra Îshaq Paşa bi taybetiyên xwe ji berhemên dema xwe jî cuda ye û got ku wê demê di qesrên li Ewropayê da daşir tunebû, lê di Qesra Îshaq Paşa da hebû.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Tebax 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE