Qesra li quntara çiyê

Qesra Îsheq Paşe ya 116 odeyî zaf bala turîstan dikşîne...

Qesra li quntara çiyê

Ronahiya çavê agiriyê qesra Îsheq Paşe êdî tim ronî ye. Lewra him ronîkirina nava wê him jî ya derve hat nûkirin. Qesra 116 odeyî êdî bi şev jî ji bo xizmetê vekiriye.

Qesra Îsheq Paşe ya dîrokî yek ji wan berhemên hêja yên heyama Osmaniyan e.

Qers li Bazîda Agiriyê li ser cihekî hezar û 900 metre bilind hatiye çêkirin.

Qesra dîrokî bi hemû îhtîşama xwe heta îro maye.

Qesra 116 odeyî ji aliyê mezinbûnê ve piştî Qesra Topkapiyê duyemîn e.

Her wiha ji xwarê germ dibe û bi vî aliyê xwe jî ji yên din cuda ye.

Her sal bi hezaran kes tên Qesra Îsheq Paşe.

Niha jî sîstema ronîkirina qesrê hat nûkirin.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Ağriyê Muhsin Bulut: Bi taybetî li ser talîmata Birêz Wezîrê me di çarçoveya tamîratên biçûk de me sistema ronîkirina Qesra Îsheq Paşe nû kir. Ev limbeyên LED yên ku niha hûn jî dibînin, bi temamî hatin guherandin.

Bi sîstema nû re qesra İshaq Paşe êdî bişev wek stêrkekê dibiriqe.

Bi rengên xwe yên cuda her kesî mest dike.

Midûrê Çand û Turîzmê yê Ağriyê Muhsin Bulut: Ji bo ronîkirina derve 24 heb projektorên me hebûn. Bi gotineke din me sîstemeke ronîkirinê ya wisa çêkir ku li gorî şert û mercên demsalê ji bo serdêrên havînê jî wê karibe were vekirin. Bi vî awayî Qesra Îsheq Paşe bi şev jî ji bo serdanê vekiriye.

Qesra Îsheq Paşe êdî wê bi şev jî xizmetê bide.

Kesên dixwazin her roj dikarin li qesrê bigerin.

Dîroka nûkirinê: 22 Gulan 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE