Qesra Îshaq Paşa ya Dîrokî par di asta rekorê da mêvan ezimand

Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî ya li Bazîda navçeya Agiriyê par ligel hebûna şewba Kovîd-19yê 226 hezar û 600 kes ezimand

Qesra Îshaq Paşa ya Dîrokî par di asta rekorê da mêvan ezimand

 Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî ya li Bazîda navçeya Agiriyê ku di lîsteya berwext ya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye û li welêt ji berhemên dîrokî ya herî berbiçav e par ligel hebûna şewba Kovîd-19yê 226 hezar û 600 kes ezimand û di nav 9 salên dawîn de jimara herî zêde ya ziyaretvanan bi dest xist.

Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî ya li Bazîda navçeya Agiriyê ji hêla dîrokê û turîzmê va xwedî giringiyeke mezin e. Qesr bi cihê xwe yê bilind, avahîsazî, dîrok û îhtişama xwe va balkêş e û di serî de Ewropa ji çar aliyên dinyayê, mêvandariya turîstan dike.

Qesra dîrokî bi qasî 7 kîlomêtreyan ji navenda Bazîdê dûr û cihê lê hatiye avakirin 1900 raqim bilind e. Qesr bi mîmariya xwe ya nûwaze şahesereke berbiçav e.

Ji ber mekanên dîrokî yên di nav xwe da dihewîne Qesra Îshaq Paşa di lîsteya berwext ya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da ye û mizgeft, gelek ode, sûr, turbe, hewşên hundir û derva, dîwan û salona heramê yên di bin banê qesrê da pir tên ecibandin.

Qesra ku her çar demsalan jî xweş û bedew e bi taybetî zivistanê gava bi berfê dixemile gelekî bala geştiyaran dikişîne.

Salên dawîn bi xêra zêdebûna eleqedariya li ser qesrê jimara geştiyaran her ku diçe zêde dibe.

Li gor daneyên Midûriya Çand û Turîzmê ya Parêzgehê di sala 2012an da 243 hezar û 873, di sala 2013an da 96 hezar û 858, di sala 2014an da 87 hezar û 172, di sala 2015an da 44 hezar û 602, di sala 2016an da 56 hezar û 484, di sala 2017an da 92 hezar û 830, di sala 2018an da 121 hezar û 94 turîstên xwecî û biyanî qesr ziyaret kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE