Qesra Îsheq paşe ya li bazîda agiriyê ji ber vîrûsê koronayê ji bo demekê hatibû girtin. Bi destpêkirina pêvajoya Asayîbûnê qesra îsheq paşe jî hat vekirin. Ji ber vîrûsa koronayê him li nava qesrê, him jî li dora wê tevdîr hatine girtin.
Piştî vîrûsa koronayê Tirkiye ji bo ji bo nornamlbûnê li pey hev gavan diavêje.
Piştî gelek deran di çarçoveya asayîbûnê de cîhên dîrokî jî hatin vekirin.
Yek ji wan cihan jî Qesra Îsheq Paşe ya li Bazîda Agiriyê ye.
Qesra Îsheq Paşe beriya du mehan ji ber vîrûsa koronayê hatibû girtin.
Bi destpêkirina pêvajoya normalbûnê dîsa ji bo serdanê hat vekirin.
Li dora qesrê û li nava wê tevdîrên hewce hatine girtin.
Hemû kesên dikevin qesrê yek bi yek tên kontrolkirin.