Qesra Spî avêtina ser Kongreyê şermezar kir

McEnanyyê piştî ku alîgirên Trump avêtin ser Kongreya Amerîkayê duh li Qesra Sipî daxuyanî da rojnamevanan.

Qesra Spî avêtina ser Kongreyê şermezar kir

Kayleigh McEnanyya Berdevka Qesra Sipî diyar kir ku bûyera Kongreyê ya roja çarşemê şermezar dikin.

McEnanyyê piştî ku alîgirên Trump avêtin ser Kongreya Amerîkayê duh li Qesra Sipî daxuyanî da rojnamevanan.

McEnanyyê diyar kir ku li ser navê tevahiya Qesra Sipî diaxive û wiha got: "Tiştên li Kongreya gelê me hatin dîtin şerm in û li berevajî nirxên Amerîkayê ne. Em wan bûyeran li ser navê rêveberiya me bi tundî şermezar dikin. Dibê kesên li berevajiyê qanûnan tev digerin werin darizandin."

McEnanyyê got ku mafê protestoyê bi xala pêvek ya ewil a Qanûna Bingehîn va hatiye parastin û wiha pê da çû: "Tiştên me li Washîngtonê û welêt dîtin bikaranîna vî mafî nebû. Tiştên roja çarşemê li korîdorên Kongreya me qewimîn jî bikaranîna vî mafî nebû."

McEnany got ji ber mirin û birîndarbûnên di bûyerê da gelekî li ber xwe ketin, ji bo hêzên ewlekariyê yên ewlehî pêk anîn jî got qehreman.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE