Di sala 1995an de rêxistina terorî PKK’ê li taxa Şêxhemzana Pasûrê, 6 jê zarok û 9 jê jin, 23 kes qetil kirin. Ji ser vê qetlîamê re 23 sal derbas bûn. Lê êşa malbatan hêj dewam dike.
Di sala 1995an de rêxistina terorî PKK’ê li Şêxhemzana Pasûrê 2 caran qetlîam kiribû.
Di êrîşa ewil de 6 jê zarok, 9 jê jin bi tevahî 19 kes şehîd ketibûn.
Di êrîşa 2yemîn de jî 4 kes hatibûn qetlkirin.
“negotin zaro û zêç, kal û pîr û heywan, yekcar hemû tişt gulebaran kirin. Malên me şewitandin.”
Ji ser van qetlîamên rêxistina terorî re 23 sal derbas bûn, lêbelê êş û kesera malbatên şehîdan hêj dewam dike.
Xizmên şehîdan dibêjin em qet wê wehşetê ji bîr nakin.
Şahidên qetlîamê dema ku behsa wê rojê dikin xemgîn dibin û naletê li rêxistinê tînin.