Qewheya mirreyê ya Xalê Heno
Ev 20 sal in li kuçe û kolanan belaş qehwa mirreyê belav dike
Mirre cureyeke qehweyê ye û li herêmê gelek tê vexwarin. Li dêrika Mardinê jî Hamdullah Aktayê ku wek mirrecî heno tê zanîn, ev 20 sal in ji bo xêra xwe mirreyê dide xelqê.
Cezweya wî di destê wî de, kuçe bi kuçe digere.
Li Dêrika Mardinê Hamdullah Aktayê ku wek Mirrecî Heno tê zanîn, ev 20 sal in ji bo xêra xwe mirreyê ikramî xelqê dike.
Mirre, cureyeke qehweyê ye û vexwarina wê li herêmê kevneşopiyek e.
Mirrecî Heno rojê herî kêm li 150 kesî mirreyê belav dike.
Yên wî dibinin di cî de navberêb didin karên xwe û mirreyê vedixwin.