Qewlê vesazkirina deynên prîmên sîgorteya tenduristiyê

Ji bo dayîna deynên prîman ên SGK û GSS’ê qewl hat dirêjkirin...

Qewlê vesazkirina deynên prîmên sîgorteya tenduristiyê

qewlê vesazkirina deynên prîmên sîgorteya tenduristiyê ya giştî û sgk’ê hat dirêjkirin. li gorî biryara nû wê deyndar karibin heya 28ê sibatê deynê xwe ji nûve bidin verastkirin.

Daxuyanî ji Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zümrüt Selçuk hat.

Zümrütê got ji bo kesên ku serlêdana vesazkirina deynên prîmê ên SGK’ê kirine û di wextê xwe de pere ranezandine û verastkirina deynê wan xera bûye, qewl hatiye dirêjkirin.

Li gorî vê mafê verastkirinê yên kesên ku heya 28ê Sibatê deynên xwe bidin ê dewam bike.

Ger yekî serî li vesazkirinê dabe dê ji ber deynê wî îcra û hecîz neyê ser malê wî.

Kardêrên ku vesazkirinê bidomînin dê karibin belgeya “Deyn tune ye” jî bigrin û ji teşwîqên îstihdamê îstifade bikin.

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE