Qeydên umreyê dest pê dikin

Kesên dixwazin ji bo umreyê herin erdên pîroz dikarin ji 23yê tebaxê pê va qeyda xwe çêbikin

Qeydên umreyê dest pê dikin

Kesên dixwazin ji bo umreyê herin erdên pîroz dikarin ji 23yê tebaxê pê va qeyda xwe çêbikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê da hat diyarkirin ku bernameya umreyê ya heyama "2019-2020î hat eşkerekirin.

Li gor ciyê mayînê wekî "otel", "ciyên qasî meşê nêz", "ciyên bi serwês" ji bo 7, 11, 14, 15, 20 û 25 rojan bernameyên umreyê hatin amadekirin. Ji bo xwendekar, mamoste û malbatên xwendekaran di heyama betlaneya nîvê salê da bernameya umreyê ya 8 rojan hat amadekirin.

Kesên dixwazin tevlî turên umreyê bibin dikarin ji bo bernameyên li ser malpera Serokatiya Karûbarên Diyanetê pereyê xwe razînin û bi navbeynkariya miftîtiyên navçe û bajaran qeyda xwe çêbikin.

Qeydê ji 23yê tebaxê roja înê pê va dest pê bikin. Qefleya ewil a bi navbeykariya Serokatiya Karûbarên Diyanetê here umreyê ew ê di 15ê îlonê da derkeve rê.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Tebax 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE