Qeymeqamiya siwêrêgê fitar da malbatên şehîd û gaziyan. Ji xeynî malbatên şehîd û gaziyan rayedar û giregirên bajêr jî beşdarî bernameyê bûn.
Hinekan bav, hinekan kur, hinekan jî hevjînê wan şehîd bû...
Û yên ku di riya welêt de birîndar bûn…
Qeymeqamiya Siwêrêgê malbatên şehîd û gaziyan bangî fitarê kirin.
Her wiha rayedar û mezinên bajêr jî tevli fitarê bûn.
Xwestin him bi malbatên şehîd û gaziyan re şehîdan bibîr bînin, him jî xwedî li maliyên wan derkevin.
Malbatên şehîdan jî bona ku rayedaran li halê wan pirsî, dilxweş bûn.