Qeymeqam mala xwe da dixtora pispor

Piştî 12 salan ev cara ewil e dixtoreke pispor hat Beytüşebabê...

Qeymeqam mala xwe da dixtora pispor

Ji ber derfetên kêm û pirsgirêka ewlehiyê ev 12 sal in li Beyşebabê dixtorekî pispor tune bû. tayîna Neslîhan Aslana ku ji zanîngeha Egeyê mezûn bû derket beyşebabê. Qeymeqamê Beyşebabê jî ji bo dixtor ji navçê neçe mala xwe tehsîsê wê kir.

12 sal in ku li Beyşebaba Şirnexê dixtorê pispor tune bû. Aramî û ewlehî hat herêmê û piştî 12 salan cara ewil dixtoreke pispor hat Beyşebabê.

Dema dixtora pispor Neslihan Aslan tayînî Beyşebabê bû Qeymeqam İsmail Pendik bi dixtorê re pêwendiyên fermî danî ku ji navçeyê neçe.

Dixtora pispor Neslîhan Aslan niha li Nexweşxaneya Dewletê wezîfe dike.

Dixtora Pispor Neslihan Aslan: Beriya hefteyekê ez hatim virê, profîla nexweşên virê gelek baş e. Lêbelê li virê ji bo zayînê cihaz gelek kêm in. Em niha tenê dikarin rewşa nexweşan kontrol bikin.

Qeymeqam İsmail Pendik ji bo ewlehiya dixtorê û ji bo ku tayîna xwe nexwaze mala xwe tehsîsê dixtorê kir.

Qeymeqam İsmail Pendik: Êdî wekî berê pirsgirêkên me yên ewlehiyê tune ye. Ji bo dixtora me li vir bimîne û xizmetê gelê me bike me got li virê xaniyê me heye û ewle ye. Hemû eşya jî tê de ne. Me mala qeymeqamiyê ji bo dixtora xwe yê pispor tehsîs kir.

Dîroka nûkirinê: 23 Cotmeh 2018, 12:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE