Qeymeqamê Qilêbana Şirnexê Ahmet Solmaz çû Wargeha Xwendekaran û rojbûna wan pîroz kir. Ji bo 12 xwendekarên ku di meha mijdarê de hatine dinê bernameyeke rojbûnê hat lidarxistin.
Qeymeqamê Qilêbana Şirnexê Ahmet Solmaz projeya “Baş e ku tu heyî, baş e ku tu bi me re yî” da destpêkirin.
Rojbûna 12 xwendekarên ku di wargehê de dimînin hat pîrozkirin.
Xwendekar ji bo vê surprîzê kêfxweş bûn.
Qeymeqam Solmaz piştî bernameya li wargehê çû serdana mala Mazlum Altûrk.
Mazlum Altürk di pola 6emîn de ye. Ji bo rojbûna wî pasta hat amadekirin.
Her wiha qeymeqam û hevalan diyarî dan Mazlum. Malbata wî ji bo vê surprîzê pir kêfxweş bû.
li bajêr wê bernameyên bi vî rengî wê dewam bikin.