Qeymeqamê şehîd Safîturk li Dêrikê hat bibîranîn

Qeymeqamê şehîd  Safîturk li Dêrikê hat bibîranîn

Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturkê ku 5 sal berê di êrîşa terorê da şehîd ketibû li navçeya lê wezîfedar bû, hat bibîranîn.

Safîturk di sala 2015an da ji bo Dêrikê hatibû tayînkirin û ji alî Wezareta Karên Navxweyî va jî wek wekîlê Şaredar hatibû wezîfdarkirin û ew bi teqemeniya di odeya wî da hatibû bicîkirin va di êrîşa terorê da giran birîndar bûbû û piştî rojekê li nexweşxaneya dihat dermankirin bi ser xwe da nehat û şehîd ket.

Ji bo Safîturkê ku 5 sal berê hatibû şehîdkirin li Mala Mamosteyan a Prof. Dr. Aydin Ayaydin merasima bîranînê hat kirin.

Di bernameyê da ewilî rêz hat girtin paşê Sirûda Neteweyî hat û Quran hatin xwendin.

Qeymeqamtiyê vîdeoya bîranînê amade kiribû û di dema vîdeo diweşiya da hin temaşevanan xwe negirtin û hêstir ji çavên wan da hat xwarê.

Mamoste û xwendekarên Lîseyên Anadoluyê yên Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk ên li Dêrik û Sakaryayê vîdeoyeke bi sernava "Emaneta Mêrxasekî" çêkiribûn û ew hat weşandin.

Koma muzîkê ya ji mamosteyan pêk dihat jî stranên ku şehîd Safîturk jê hezdikirin gotin.

Qeymeqam û wekîlê Şaredar Evren Çakir jî daxuyanî da û got ku ew Safîturk ji bîr nakin û wiha domand: "Îro salvegera şehîdkirina kekê me qeymeqam Muhemmed Fatîh Safîturk e. Ji ber vê jî me li navçeyê ji bo bîranîna wî merasimek organîze kir. Ew hertim di nav dilê me da ye û em zanin ku him li navçeya me û him jî li çar aliyê Tirkiyeyê di dilê miletê me da cî girtiye. Serê miletê me yê birûmet sax be û me ew ji xwe bîr nekir û nadin jibîrkirin jî."

Piştî bernameyê li Mizgefta Şehîd Muhammed Fatîh Safîturk mewlud hat xwendin û ji diaya 70 xitmên hatibûn xwendin hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE