Qeymeqamiyê ji bo danasina navçeyê bangî sporvanan kir

Him ji bo geşt û gerê him jî ji bo sporên paraşût û noqaviyê cihekî pir xweş e

Qeymeqamiyê ji bo danasina navçeyê bangî sporvanan kir

Qeymeqamiya gêla amedê, ji bo cihên turîstîk ên navçeyê bide nasîn çalakiyeke sporê li dar xist. Sporvanên bisqilêt, paraşût û noqaviyê têra xwe kêf kirin.

Di navbera çiyayên bilind de û li qeraxa Çemê Dîcleyê navçeyeke biçûk e Gêla amedê…

Navçe ligel cihên xwe yên dîrokî û pîroz, bi xwezaya xwe jî navçeyeke pir xweş e.

Qeymeqamiya navçeyê ji bo cihên xwezayî û turîstik ên herêmê bide nasîn çalakiyekê sporê li dar xist.

Qeymeqamê Eğilê İdris Arslan: “Divê em ji bo sporên xwezayê jî xweşikahiyên xwe bidin nasîn… Ji xwe li herêmê gorên Pêxemberan hene, xebatên arkeolojîk dewam dikin… Em dixwazin ligel turîzma dîrokî ji bo xwezaya navçeyê jî xizmetên baş bikin.”

Di çalakiyê de hinek sporvanan bi bisqilêtê, li dora bendavê geriyan,,,

Hin ji wan jî bi keştiyê li bendavê geriyan û noqav ketin avê…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE