Qeymeqamên Çukurca û Amediyeyê civiyan

Qeymeqam Ismaîl Mistefa bi şandeyeke ligel xwe hat serdana Çukurcayê

Qeymeqamên Çukurca û Amediyeyê civiyan

Qeymeqamê Amediyeyê ya bi ser Duhoka Herêma Kurdistanê, tevî şandeya ligel wî, bûn mêvanê qeymeqamê Çukurcaya Hakkariyê. Mijara sereke bazirganiya di navbera Türkiye û Iraqê de û pirsgirêka deriyê sînor bûn.

Di navberê de sînor heye lê herdu navçe ji dil ve yek in û têkîliya xizm û nasan qet qut nebûye.

Amediyê bi ser Duhoka herêma Kurdistana Iraqê ve ye.

Qeymeqamê Amediyeyê Ismaîl Mistefa bi heyeteke ligel xwe bû mêvanê Qeymeqamê Çukurcayê Hesen Oztûrk.

Qeymeqamê Çukurcayê Hasan Öztürk: “Spasî Qeymeqamê Amediyeyê û şandeya ligel wî dikim. Ser seran ser çavan hatine…. Em li ser meseleyên deriyên sînor axivîn. Hêvîdar im ev civîna me ji bo welatê me, ji bo navçeya me û ji bo welatiyên Iraqê bi xêr be.”

Her du navçe nêzî hevûdu ne lê ji ber pirsgirêka Deriyê Sînor ê Uzumluyê çûyîn û hatin zehmet e û rê dirêj dibe.

Her du rayedar li ser meseleyê peyivîn; li hev kirin ku ew ê di demekê kin ji bo çareseriyê hewl bidin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE