Qeymeqamîya Bismilê malbatên şehîdan dîşîne Umreyê

Di 29ê Mijdarê de qefîleyeke 30 kesî dê berê xwe bide axa pîroz

Qeymeqamîya Bismilê malbatên şehîdan dîşîne Umreyê

Qeymeqamiya Bismilê ji malbatên şehîdan 30 kesî bi derfetên qeymeqamî û şaredariyê dişîne Umreyê. Di 29ê mijdarê de wê qefîleya wan ji Dîyarbekirê bi rê keve. Beriya çûyînê li Amedê ji bo wan semînerek agahdarîyê hat dayîn û aşiyên wan hatin kirin. Kesên ku dê biçin Umreyê li benda roja çûyînê ne.

Qeymeqamîya Bismila Amedê bernameyeke ger û geşta Umreyê li dar dixe û di vê çarçoveyê de ji malbatên şehîdan 30 kesî bi derfetên dewletê dişîne Umreyê.

Miftiyê Bismilê Ahmet Durmaz destnîşan kir ku di 29ê vê mehê de 30 kes wê ji alîyê Qeymeqamtiyê ve bên şandin Umreyê û mesrefên wan jî ji alîyê Qeymeqamtiyê dê bê dayîn.

Malbatên şehîdan ên ku dê herin Umreyê jî gelekî bi kelecan û kêfxweş bûn.

Berîya şandinê ji bo rêwîyan semînera agahdarkirinê hat dayîn û aşîyên wan hatin kirin. Her wiha çenteyekî ku tê de alavên hewce hebûn, wek diyarî li wan hatin belavkirin.

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2018, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE